????????????????????????????????????

Nasnameya şervaneke Berxwedana Serdemê hat eşkerekirin

GIRÊ SPΠ– Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Girê Spî bi merasîmekê nasnameya şervana  YPJ`ê Newroz Viyan  ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bibû, îlan kir.

Merasîma sersaxiyê bi beşdarbûna sedan şêniyên kantona Girê Spî li gundê Îdaniyê yê şehîd Nadiya Mihemed Bozan(Newroz Viyan) hate lidarxistin.

Li gund merasîm bi bîranîna cangoriyên azadiyê hate destpêkirin. Paşê, Hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan ê Kantona Girê  Spî Wehîd Abdullah axivî û sersaxî ji malbata şehîd Viyan re xwest.

Endama Kongreya Star Dîlan Hesen jî jî axivî û got ku Newroz Viyan di Berxwedana Serdemê de destanên lehengî nivîsandin.

Dîlan got ku şehîd Viyan îsbat kir ku hemû keçikên Bakurê Sûriyê destûr nadin ku dewleta Tirk axa Efrînê dagir bike.

Hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hemdan Ebd jî axivî û diyar kir ku Viyan ji bo parastina axê û jiyana hevbeş canê xwe da.

Yek ji şêniyên gund Îbrahîm Mustefa jî axivî û destnîşan kir ku ew bi şehadeta ciwanên xwe serbilind in.

Piştî axaftinan, Saziya Malbatên Şehîdan a Girê Spî wesîqeta şehîd Newroz Viyan xwend û radestî malbata wê kir.

Merasîm bi dûrişmeyênʺŞehîd  Namirinʺbi dawî bû.

 

#Beşê_Ragihandinê

#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …