Nasnameya du şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê hatin îlankirin

 NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê nasnameya du şervanên YPG`ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, eşkere kir.

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê têkildarî şehadeta du şervanan daxuyaniyeke nivîskî da û sersaxî ji malbatên şehîdan  re xwest.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

ʺPêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina Dêrazorê bi awayekî dijwar berdewam dike. Di çarçoveya pêngavê de operasyonên hêzên QSD, YPG û YPJ`ê li ser çeteyên DAIŞ’ê tên lidarxistin û di encama operasyonan de hêzên Pêngava Bagera Cizîrê li bejahiya Dêrezorê de pêş de diçin.

Li ser vî bingehê operasyonên ku li ser çeteyan hatibûn lidarxistin de 2 rêhevalên me li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê.

Em weke YPG û YPJ di kesayeta her du şehîdên me yên Dêrezorê tevahî şehîdên me yên qehreman bibîr tînin. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê me yê berxwedêr re dixwazin. Ji bo tevahî rizgarkirina herêmê ji çeteyan û dagirkeran heya dawî şer bikin û têbikoşin, me soza ku daye şehîdan û gelê xwe careke din nû dikin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Akif Berxwedan

Nasnav: Akif Berxwedan

Nav û Paşnav: Ehmed Bûbî

Navê Dayikê: Xense

Navê Bav: Hemîd

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Temir

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 17 Sibat 2018

Mazlum Cudî

Nasnav: Mazlum Cudî

Nav û Paşnav: Mehmet Selîm Yîgît

Navê Dayikê: Nadîre

Navê Bav: Hûseyîn

Cihê Ji Dayikbûnê: Şirnex

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 18 Sibat 2018.ʺ

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …