Navenda Raghandina YPG`ê nasnameya şehîdên hemleya rizgarkirina Reqqayê eşkere kirin, 3 ji wan şervanên enternasyonelin.
Navenda Raghandina YPG`ê nasnameya cangoriyên hemleya rizgarkirina Reqqayê bi daxuyaniyeke nivîskî ku li ser malpera xwe belav kiribûn, eşkere kirin û di daxuyaniyê de gotin:ʺ Ji 6 şervanên me ku di çeperên herî pêş de bi faşîzma DAlŞ’ê re şer kirine û şehîd ketine 3 ji wan ji şervanên enternasyonelinʺ.
Daxuyanî wiha ye:
ʺPêngava rizgarkirina Reqqayê bi hemû hêza xwe berdewam dike. Heya niha me darbeyên pir giran li mêjiya faşîzma DAİŞ’ê xist û em lêxistinê berdewam dikin. Tabî ev şer şerekî pir mezine û ev şer, şera bidawîkirina DAİŞ’ê ye. Şervanên YPG-YPJ’ê ku di roja destpêkê heya niha têkoşîna bê hempa ku li dijî dijminê gelan faşîzma DAİŞ’ê dane meşandin, heya niha serkeftinên mezin bidest xistine û bûne avakerên herî mezin a şoreşa ku bûye malê gelan. Di pêkanîna vê şoreşê de di destpêkê Kurd, gelên herêmê û piştre bi sedan ciwanên li cîhanê ku piştî berxwedana Kobanê tevlî vê şoreşê bûne, ji bo ku vê şoreşê bikin şoreşa hemû cîhanê bê navber tekoşînek bê hempa dane meşandin û rastiya tekoşînê danîne holê.
Piştî destpêkirina şoreşa Rojava heya niha şoreşgerên ku ji bo azadiya gelan li welatên xwe de ked dane, Rojava wek hêviya rizgarkirina gelan dîtine û tevlî vê şoreşê bûne. Şervanên Enternasyonalîst ku di çeperên herî pêş de tevlî şer bûne û şehîd ketine vê şoreşê kirine malê şoreşa gelên cîhanê. Ji 6 şervanên me ku di çeperên herî pêş de bi faşîzma DAİŞ’ê re şer kirine û şehîd ketine 3’ê ji wan ji şervanên enternasyonalîst pêk tên. Rêhevalên me Demhat, Rodî û Soro wekî hevalên xwe yên din, heya dawî ji bo hovîtiya DAİŞ’ê bi dawî bikin û ne tenê ji bo gelên Rojava, ji bo oxira hemû gelên cihanê bibin xwedî jiyanek azad û yekbuyî xwe feda kirine.
Di heman demê de rêhevalê me Dilşêr li Kobanê de, di encama qezayekî derbas kiriye şehîd ketiye.
Em wekî YPG soza serkeftinê ji bo şehîdên xwe dûbare dikin û girêdayîbûna bîranînê wan em bi gihandina serkeftinê re bidin nîşandan. Em di şexsê van şehîdên xwe yên Enternasyonalîst de soza berdewamkirina vê şoreşê heya azadiya hemû gelan didin. Wê gelê me jî ew qehremanên ku Rojava wek warên xwe dîtine û hatine, gelê Rojava wekî gelê xwe dîtine û ji bo vê gelî şehîd ketine tûcar jibîr neke û ji bîranînê wan re girêday be.
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:
Nasnav: Demhat Goldman
Nav û Paşnav: Robert Grodt
Navê Dayikê: Tammy
Navê Bav: Wayne
Cihê Ji Dayikbûnê: Calîfornîa
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 6 Tîrmeh 2017
Nasnav: Dilşêr Zap
Nav û Paşnav: Nuredîn Yunis
Navê Dayikê: Bêrîvan
Navê Bav: Loqman
Cihê Ji Dayikbûnê: Reqqa
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / 3 Tîrmeh 2017
Nasnav: Lorens Amed
Nav û Paşnav: Malik El Elî
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Fayiz
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 6 Tîrmeh 2017
Nasnav: Murad Til Temir
Nav û Paşnav: Casim El Salih
Navê Dayikê: Sebha
Navê Bav: Taha
Cihê Ji Dayikbûnê: Til Temir
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 29 Puşber 2017
Nasnav: Rodî Deysie
Nav û Paşnav: Nicholas Warden
Navê Dayikê: Dawn Hall
Navê Bav: Mark
Cihê Ji Dayikbûnê: Fort Stewart / Georgia
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 6 Tîrmeh 2017
Nasnav: Şoreş Cudî
Nav û Paşnav: Edhem Mehmûd
Navê Dayikê: Emîna
Navê Bav: Nebo
Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 7 Tîrmeh 2017
Nasnav: Soro Zinar
Nav û Paşnav: Luke Rutter
Navê Dayikê: Caroline
Navê Bav: Andre
Cihê Ji Dayikbûnê: Birkenhead
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 6 Tîrmeh 2017