Nasnameya 8 cangoriyên azadiyê hate eşkerekirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyekê nasnameya 8 şehîdan eşkere kir.

Daxuyanî li ser malpera fermî ya YPG`ê hate weşandin û wiha dest pê dike:

“QSD’ê ji bo paqijkirina herêma Cizîrê Pêngava Bagera Cizîrê bi pêşengtiya Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê ku di heman demê de YPG-YPJ’ê jî cihê xwe tê de digrin berdewam dike. Ji bo ku pêşî li vê hemlê bigrin û gelê herêmê di rewşekî kaos û bêaramiyê de bihêlin êrîş û planên rejîmê jî bihevkariya Îran û Rûsyayê li ser şervanên QSD’ê heta van kêliyan jî didome. Tevî vana jî nikarin pêşveçûna şervanan li wê herêmê asteng bikin û her roj gelek cih ji çeteyên DAÎŞ’ê tê rizgarkirin û dîsa bi hezaran sivîl jî ji nav pencên çeteyan tên xilaskirin.

Ev serkeftinên ku têne bidestxistin jî bi saya şehîdên me ne. Di navbera 17 û 24’ê Îlonê de şeş rêhevalên me ji bo ku dawî li paşverûtî û hovitiya DAÎŞ’ê bînin heta nefesa xwe ya dawiyê li ber xwe dane û tevlî karwanên şehîdan bûne.

Di heman demê de îro em nasnameya du hevrêyên xwe yên bi nasnav Elefterya Tolhildan û Mazlum Doğan ku di 19’ê Îlonê li herêma Şêxler ya Kobanê di encamê qezayekî de gihiştine şehadetê radigihînin.

Weke YPG û YPJ`ê, em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re û ji gelê xwe re dixwazin, soza xwe cardin nû dikin ku em ê şopdarê rêya wan bin.

Nasnameya şehîdan wiha ye:

Aram Hesekê

Nasnav: Aram Hesekê

Nav û Paşnav: Besam Xelef

Navê Dayikê: Subhe

Navê Bav: Silêman

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: 24-09-2017 Dêrazorê

Cûdî Botan

Nasnav: Cûdî Botan

Nav û Paşnav: Rabia Buluş

Navê Dayikê: Gulbihar

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Cizîr

Cih û Dîroka Şehadetê: 17-09-2017 Dêrazorê, Salihiyê

Dilyar Hesekê

Nasnav: Dilyar Hesekê

Nav û Paşnav: Rakan El-Efîn

Navê Dayikê: Emşe

Navê Bav: Efîn

Cihê Ji Dayikbûnê: Şemûkê

Cih û Dîroka Şehadetê: 24-09-2017 Dêrazorê

Egîd Hesekê

Nasnav: Egîd Hesekê

Nav û Paşnav: Ebdûlhemîd Hisên

Navê Dayikê: Cemîle

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: 24-09-2017 Dêrazorê

Elefterya Tolhildan

Nasnav: Elefterya Tolhildan

Nav û Paşnav: Pewîn Ferho

Navê Dayikê: Ferha

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Girkê Legê

Cih û Dîroka Şehadetê: 19-9-2017 Kobanê, Şêxler

Firat Hesekê

Nasnav: Firat Hesekê

Nav û Paşnav: Fuwaz Cewher

Navê Dayikê: Hemdê

Navê Bav: Hemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: 24-09-2017 Dêrazorê

Mazlum Doğan

Nasnav: Mazlum Doğan

Nav û Paşnav: Hecî Ehmed

Navê Dayikê: Islim

Navê Bav: Mustefa

Cihê Ji Dayikbûnê: Girê Sipî

Cih û Dîroka Şehadetê: 19-9-2017 Kobanê, Şêxler

Rênas Hesekê

Nasnav: Rênas Hesekê

Nav û Paşnav: Riyad Ibrahîm

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: 24-09-2017 Dêrazor.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …