MSD‘ê pîlana xebatên xwe yên demên pêş nîqaş kir

DIRBESIYÊ -Desteya Siyasî ya MSD‘ê encamên civîna asayî bi daxuyaniyekê eşkere kir. Di encamnameyê de hate gotin ku MSDʹê şandina nameyek derbarê rewşa koçberan re ji NYʹyê re xebatên vekirina buroyên MSDʹê li derve hate nirxandin.

Civîna asayî ya Desteya Siyasî ya Meclîsa Sûriyeye Demokratîk duh sibeha bi amadebûna Hevserokatiya Meclîsa Sûriyeye Demokratîk Ilham Ehmed û Riyad Derar, hemû endamên desteyê yê her sê Kantonên Rojava, nûnerên meclîsê yên li Şam, Hums û Ewrupa ku ji 50 endaman pêk tê, li avahiya Meclîsê ya bajarê Dirbêsiyê dest pê kir.

Piştî nirxandina geşedanên siyasî, Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Sûriyeye Demokratîk (MSD) Hikmet Hebîb xebatên desteyê yê 3 mehên derbasbûyî xwend û rewşa rêxistinî ya meclîsê hatin nirxandin. Di nirxandinan de, aktîkvkirina boroyên meclîsê li gelek herêmên Bakurê Sûriyî û aktîvkirina meclîsên sivîl li herêmên rizgarkirin, her wiha rola wan di avakirkirina komîteyên amadekar ê meclîsê de derketin pêş.

Di civînê de, her wiha rewşa koçberan, rêxistinbûyîna jiyana li kampên Ên Îsa û Tebqayê, şandina nameyeke derbarê rewşa koçberan ji bo Neteweyên Yekbûyî û amadekariyên vekirina nûnertiya meclîsê li dewletên derve hatin nirxandin.

Di nirxandina çalakiyên burya Jin a Meclîsê de; ji bo aktîvkirina komîteyên buroyê civîn hatin lidarxistin, buroya Jin a MSD‘ê li herêma Şedadê hate vekirin, rewşa perwerdê, amadekariyên vekirina buroyên jin li taxên Rojhilatê Helebê, hatin vegotin.

Di civînê de, her wiha raporên xebatên buroya ciwanan a MSD‘ê, buroya têkiliyan û malî û buroya ragihandinê ya meclîsê hatin xwendin.

Piştre, civînek ji bo çapemeniyê girtî hate lidarxistin. Di civînê de rewşa rêxistinî ya meclîsê berferehî hate nîqaşkirin.

Di dawiya civînê de, encamnaeyê civînê bi daxuyeniyeke hate eşkerekirin. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Sûriyeye Demokratîk Riyad Derar ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Desteya Siyasî ya Meclîs Sûriyeye Demokratîk civîna xwe ya asayî ya duyemîn di 18‘ê Hizêrana 2017‘an li dar xist. Di civînê de, rewşa siyasî, rêxistina hatin nîqaşkirin. Beşdarên civînê li ser van mijaran li hev kirin:

1-Beşdaran rola mezin a Hêzên Sûriyeye Demokratîk di Pêngava Rizgarkirina Bajarê Reqqayê (Paytexta terora DAIŞ‘ê), pêkanîna wê qanûnên navdewletî û mirovî ji bo rizgarkirina sivîlan û milkên wan, vekirina kerîdorên ewlekariyê ji bo derxistina sivîlan cihên bi ewle de silav kirin.

2-Di civînê de geşedanên siyasî li qada herêmî û cîhanî, bandora wê li ser aloziya Sûriyê, bi taybet peymana herêmên kêmkirina şer û bandora wê li ser ihtîmala dijwariya şer û hewldanên rêjîmê yên derbarê firehbûna herêmên di bin serwreiya wê de hatin nîqaşkirin.

3-Beşdaran civînê, dibînin ku dagirkeriya Tirkiyê jin herêmên gundewarên Helebê (Herêmên Şehbayê) bêdengiya raya giştî ya ji van êrîşan, her wiha siyaseta tirkirinê û guhertina demografiya herêmê, herêman dixe metirsiyê mezin de û bang li civaka navdewletî, di serî de Rûsya û dewletên Koalîsyonê kir ku sînorekî ji êrîşên dewleta Tirk ên li ser bakurê Sûriyê re deynin.

4-Pêwîste peywendiyên doplomasî bi dewletên herêmî yên di bandara wan li ser aloziya Sûriye de hene, werin avakirin, da ku piştgiriyê çareseriya siyasî û Hêzên Sûriyeye Demokratîk ên şerê terorê li Sûriyê dikin, bê kirin/

5-Pêwîste piştgiriya projeya demokratîk were kirin, beşdarên civînê destnîşan kirin ku bi vê projeyê aloziya heyî bi dawî dibe û Sûriyeke demokartîk, layîk û federal pêşdikeve û hêviyên gelên Sûriyê bi cih dibe.

6-Beşdarên civînê tekezî li ser ku federasyonê çarerya herî guncaw a aloziyê ye û bidawîkirina hemû reng û sembolên sîstemên desthildatdarine kirin, her wiha ev roje li dijî parçebûyîna welat e.

7-Xebatên firehkirina  meclîsê û vekirina buroyên wê li herêmên rizgarkirî berdewam e.

8-Beşdaran soza xwe ya şopandina xeta şehîdan ji bo azadî û rûmeta gelê Sûriye û avakirina Sûriyeye demokratîk, federal nû kirin.

9-Di civînê de gelek biryar derbasî karê doplomasî, rêxistina, ragihandin û pîlansaziya dema pêş hatin derxistin.

10-Beşdaran li ser tevlîkirina hejmareke ji pêkhate, kesayên siyasî ji bo Meclîsa Sûriyeye Demokratîk li hev kirin.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …