MSD`ê  li hember destwerdana Tirkiye ji Efrînê re hişyarî da

QAMIŞLO- Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li hemberî encamên  destwerdana leşkerî ya dewleta Tirk  ji Efrînê re, hişyarî da û got:”Dagirkirina Efrînê di wateya şer û serferberiya giştî de ye, lê em weke gelê Sûriyeyê bi hêviya ku têkiliyên baş bi gelê Tirkiyeyê re ava bikin.”

Derbarên gefxwarinên Tirkiyeyê dijî Efrînê, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) daxuyaniyek nivîskî weşand û tê de kiryarên Tirkiye li Sûriye şermezar kir û bang li civaka erebî û navnetewî kir ku zextê li Tirkiyeyê bikin.

Daxuyaniya MSD`ê wiha ye:

“Di demeke ku hêzên QSD`ê bi desteka Koalîsyona Navnetewî pêş dikevin û axa Sûriyeyê ji terorê rizgar dikin û li paytexta DAIŞ`ê Reqayê destanan dinivîsin, Tirkiye ku di pêkanîna armancên xwe de bibin ket, şerê çapemeniyê dimeşîne. Çekan vediguhezîne herêmên Mari û Ezaz, welatiyan qetil dike, gundan topbaran dike û şêniyên wan koç dike û bi vê yekê jî dixwaze demografiya herêmê biguhere.

Ev êrîşên Tirkiye li ser Şehba û Efrîn ne jî îro de ne, lê dixwazin ewlehî û aramiya herêma ku ji hezaran penaberan re bû stargeh tehdîd bikin û projeya federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê têk bibe.

Em ji bo destwerdana leşkerî ya Tirkiyeyê hişyarî didin ku dê veguhere seferberiyeke giştî û îlankirina şer, ev yek jî ne di berjewendiyên gelê herêmê de ye. Em weke gelê Sûriye bi hêvî ne ku têkiliyên xweş bi gelê Tirkiyeyê re ava bikin û têkiliyên biratî û hevaltiyê pêş bixin.

Em destwerdanên Tirkiye û artêşa wê ji axa Sûriyeyê re bi tundî şermezar dikin û taybet dagirkirina herêmên nû û êrîşên bê navber li ser Efrînê û bang li civaka erebî û navnetewî taybet jî Amêrîka, Rusiya û Yekîtiya Ewropa dikin ku zextê li Tirkiye bikin, ji bo ku dagirkirina xwe ji herêmê bidawî bike û ji axa Sûriyeyê derkeve.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …