Mizgîniya serkeftinê pir nêze

Îro li Dêrazorê Fermandarê giştî yê pêngava Bagera Cizîrê Çiya Kobanî daxuyaniyeke ji çapemeniyê re vekirî da. Daxuyanî di derbarê pêşveçûna hemlê û pêşketinên dawî yên eniya şer de bû. Fermandar Kobanî anî ziman ku ewê di demeke pir nêz de mizgîniya tunekirina DAİŞ’ê bidin gelê herêmê û tevahî raya giştî.

Fermandarê pêngavê Çiya Kobanî di daxuyaniya xwe de bal kişande ser van xalan;

“Îro çeteyên DAİŞ’ê, ango rêxistina DAİŞ’ê di mesafeyeke 700 KM de hatiye dorpêç kirin. Lê em bi gavên giran pêşde diçin. Ji ber rêxistina çeteyên DAİŞ’ê sivîlan weke mertalên zindî bi kartîne. Îro çete di çend kolanên teng de dorpêçkirî mane. Her wiha di dema pêşveçûna şervanên me de, me 10 girtiyên xwe rizgar kirin. Li gel vê me hezaran sivîl bi riya korîdaroên bi ewle rizgar kirin. Me di her warî de alîkariyên lojîstîk da.

Bi kurtasî em dikarin bêjin, sedema bingehîn a giranbûna pêngavê rewşa sivîlan a ku weke mertalên zindî tên bikaranîne. Lê em dikarin vê jî bêjin ku emê di nava demeke pir kin de mizgîniya tunekirina rêxistina çeteyên DAİŞ’ê ya demografîk bidin. Emê vê mizgîniyê jî ji qada şer bidin. Îro coş û morala şervanên me pir bilinde. Ji ber rêxistina DAİŞ’ê nefesên xwe yên dawî dijî. Piştî wê emê hewl bidin herêmeke bi ewle ava bikin û hêdî hêdî hucreyên veşartî yên çeteyan xilas bikin. Niha em dikarin ji raya giştî re bêjin ku DAİŞ li ser erdê pir tengav bûye, lê sivîl hene ji ber wê em niha nikarin vê mizgîniyê bidin. Lê di demeke pir kin de, ango di rojên pêşde emê vê mizgîniyê bidin gelê xwe û raya giştî.”

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …