Mizgîniya rizgarkirina nêzîk da şêniyên Mergeda

 

DÊRAZOR – Yek ji şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk(QSD) ê ji bajaroka Mergehda wiha ji şêniyên bajarokê xwe re axivî û got: “Ji bo  em vegerin bajarê Mergeda û bi ewle û azdî jiyan bikin, bila şêniyên bajarê rehet bin. Em ê di demeke nêz de Mergeda rizgar bikin”

Şervanê QSD’ê Mihemed Elî ji xelkên bajaroka Mergehda ya başûrê Hesekê ye. El-Elî bi malbata xwe re ji ber kiryarên komên çete yên DAIŞ’ê mala xwe terik kirin. Elî ji bo rizgarkirina herêmê tevlî YPG bû û niha di Pêngava Cizîrê de cih digre.

Piştî ku Hemleya Bagera Cizîrê destpê kir Mihemed Elî jî wekî sedan şêniyên herêmê tevlî hemleyê bûn da ku herêmên xwe ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin.

Elî bi moralên pir bilin tevlî hemleyê bû û niha li bendeye ku bajarê wî Mergeda û herêmên din ji çeteyên DAIŞ’ê werin rizgarkirin. Ji bo pêkanîna wê jî bi hevalên xwe yên şervan re tekoşînê didin meşandin.

Eliyê ku li benda wê rojêye ku derbasî bajarê Mergeda bibe û bajarê xwe rizgar bike derbarê mijarê de wiha axivî: “Ez bi bêhn firehî li bendê me ku bajarê min rizgar bibe û em bi azadî lê jiyan bikin.”

Elî di berdewama axaftina xwe de ji hemû şêniyên Mergeda re got ku bela rehet bikin ji ber ku şervanên QSD’ê wê bajarê wan di zûtirîn dem de ji çeteyan rizgar bikin û wan ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin.

Bajaroka Mergehda girêdayî kantona Hesekê ya herêma Cizîrê ye û dikeve ser riya di navbera Hesekê û Dêrazorê.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …