Minbic li aliyê bakur hêzên xwe zêde dike

MINBIC – Meclîsa Leşkerî ya Minbicê piştî gefxwarinên Artêşa Tirk a dagirker tedbîrên xwe digire û hêzên xwe yên li ser sînorê bakurê herêmê zêde kir.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku wan hejmara hêzên xwe yên li ser sînorê bakurê Minbicê zêde kiriye.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:

“Piştî gefên Tirkiye û çeteyên Mertala Firatê yên êrîşkirina li dijî Efrîn û Minbicê me wekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hêzên xwe li eniya bakur û bakur-rojavayê bajarê Minbicê zêde kir. Tevî ku li vê herêmê hevpeymaneke agirbestê di bin çavdêriya Koalîsyona Navnetewî de heye, lê dîsa jî provakisyon dewleta Tirk nehatine sekinandin.”

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi karwanekî mezin ê leşkerî berê xwe da aliyê bakurê Minbicê û diyar kir ku ew amade ye bersivê bide êrîşên ku ji aliyê Artêşa Tirk û çeteyên wê ve pêk were.

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …