Mijarê sereke yên rojnameyên ereban..

 Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de bal kişandin ser amadekariyên beşeke nû ji bo danûstandinên civînên Cinêv û Astanayê, amadekariyên Parîsê ji bo pêşnumeya ensiyatîfa derbarê Sûriyê de, îlankirina Deraaya wekî bajarekî rûxyayî û rewşên jehrîbûn koçberên Mûsilê.

Astana û Cinêv dîsa ketin rojevê

Rojnameya El-Heyat têkildarî rewşa Sûriyî, nivîseke bi sernavê “Rûsiya texmîn dike ku dê tureyên nû ji danûstandinên Astana û Cinêvê di tîrmehê de pêk werin” belav kir. Di nivîsê de wiha hate gotin: “Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Rûsiya Mîxaîl Bogdaf texmîn kir ku dê tureyên nû yên danûstandinên Astana yên derbarê aloziya Sûriyeye de di destpêka meha Tîrhemê pêk were û tureya Cinêvê piştre wê pêk were.”

Ensyatîfa Fransayê derbarê Sûriyeye de

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset di bin sernavê”Parîs amadekariyên pêşnûmeya ensiyatîfeke nû ji bo aloziya Sûriyeye dike” weşand. Nivîs wiha ye: ” Fransa ji bo derxistina pêvajoyeke siyasî- sîplomasî dixebite, û peywendiyên xwe ji her aliyan, Neteweyên Yekbûyî yê Amerîka, Rûsiya, welatiyên Yekîtiya Ewrupa û welatên kendavê zêde dike.”

Deraa bajarekê rûxyayî hatiye îlankirin

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê rewşa meydanî ya li Sûriyeye, nûçeyeke bi sernavê “Deraa rûxyayî û di kampên koçberan de êrîş dijwar in” da. Di nivîsê de hate gotin: “Komên opozisyonê Sûriyeye bajarê Deraayê wekî bajarekî rûxyayî îlan dike û da zanîn ku di encama helmeya leşkerî ya ku hêzên rêjîma Sûriyeye li ser sînorê Sûriyeye-Urdunê de bajarê Deraayî jî bû hedefa êrîşan.”

Rêjîma navenda petrol ya Arak bi dest xist

Rojnameya Qudis El-Erebî jî nûçeyeke xwe de diyar kir ku li gorî fermandarekî leşkerî yê Artêşa Sûriyeye, hêzên artêşa Sûriyeye û alîgirên wê roja sêşem û çarşemê navenda petrolê ya Arak ku dikeve bakur û rojavayê Tedmûrê, piştî vekişandina DAIŞ‘ê, bi dest xist.

Têkildarî rewşa Iraqê rojonameya El-Zeman di nivîseke xwe de daxuyakirin ku şeva duşemê  jin û zarokek ên li kampa Hesen Şam ya koçber ya nêzî Mûsilê bi jehî ketin û mirin û derdora 750 jî nexweşt ketin.

Rojnameya El-Heyat jî derbarê rewşa Îraqê de, nivîske bi sernavê ” Hêzên Iraqê di çarçoveya pêngava Mûsilê de pêş ve diçin” belav kir. Di nivîsê de hate gotin ku Hêzên artêşa Iraqê di operasyona rizgarkirina Mûsilê de pêş ve diçin û herêma ji bakur heyanî yên nîva bajêr bi dest xistin.”

ÇAVKANÎ:HAWAR

Check Also

′Tirkiyê li hember zagonên navneteweyî ne rêzdare′

CEFER CEFO EFRÎN – Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê Mihemed Cemîl êrîşên artêşa …