Mezara Şedadê du şehîdên din hembêz kirin

Bi dehan welatiyên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê cenazeyê du şervanên QSD’ê û YPG’ê Mihemed Dawûd û Ehmed Xidêr ku dema li Şedadê û Ebû Xeşeb a Dêrazorê bi erka xwe radibûn şehîd bibûn, li mezara şehîdan a Şedadê oxir kirin.

Welatiyan cenazeyê herdu şehîdan Mihemed Dawûd (Yezen) û Ehmed Xidêr (Nîdal) ku dema bi erka xwe ya parastinê li Şedadê û Ebû Xeşeb radibûn şehîd bibûn, ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi karwanekî ji dehan siwareyan berê xwe dan mezara şehîdan a Şedadê. Welatiyan wêneyên şehîdan û alên QSD’ê û YPG’ê bilind kirin.

Piştî ku girseya gel gihîşt mezarê hevalên herdu şehîdan cenazeyên wan li ser milên xwe kirin û danîn ser dikeya mezarê.

Li vir merasîmek bi tûreneke leşkerî û deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endamên Fermandariya YPG’ê Elî Şedadê axivî û sersaxî ji malbata her du şehîdan re xwest.

Elî Şedadê destnîşan kir ku şehîd milkê hemû gelan in û wiha got: “Şehîd ne tenê yê malbatê ye, ji ber ku xwîna xwe fedayî azadî û rûmeta hemû pêkhateyan kirine.”

Di merasîmê de Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Telal Ebdullah axivî û got ku şehîdan riya rûmetê hilbijartine û ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda kirine.

Di dawiya merasîmê de belgeya şehadeta herdu şehîdan ji aliyê Endama Saziya Malbatên Şehîdan Bera El-Hayis ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Paşê jî welatiyan cenazeyê herdu şehîdan di nava tilîliyên dayîkan û durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …