Mertala Şoreşê amade ye beşdarî Berxwedana Serdemê bibe

 ŞAHBA – Lîwa Mertala Şoreşê ragihand ku ew amade ye beşdarî berxwedana li hember êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêma Efrînê bibin û bang Ii ciwanên Sûrî yên cihê xwe di nava êrîşê di digirin kirin ku nebin çeteyên Erdogan.

Fermandariya Lîwa Mertala Şoreşê (Dir El-Sewra) ya girêdayî Ceyş El-Siwar a Kantona Şahbayê ya herêma Efrînê bi daxuyaniyê diyar kir ku ew amade ne li hember êrîşên dagirkeriyê yên li ser tevahî axa Sûriyê li ber xwe bidin. Daxuyanî bi beşdariya Fermandar û şervanên Mertala Şoreşê hat dayîn.

Daxuyaniya Fermandariyê wiha ye:

″Wek Lîwa Mertala Şoreşê ya girêdayî Ceyş El-Siwar, em bi hemû hêza xwe amade ne li hember êrîşên Artêşa Tirk a dagirker ên li ser axa Sûriyê bibin bersiv û ji bo parastina rûmeta xwe canê xwe feda bikin.

Banga me ji ciwanên bajarê Idlibê yên ku cihê xwe di êrîşa li dijî Efrînê de girtine re heye ku li gorî prensîbên xwe yên şoreşê tev bigerin û nebin çeteyên Erdogan.

Eger ku Erdogan ji bo berjewendiyên gel tev digere, çima ji bilî operasyona şaxê zeytûnê, operasyonekê bi navê şaxê leymûnê nade nade meşandin.

Em li hember hemû dagirker û kesên ku destwerdana axa me bikin, li ber xwe bidin.″

Di  dawiya daxuyaniy ê de dirûşmeya ″Bijî Sûriyeya azad û Demokratîk″ hat berzkirin.

https://www.youtube.com/watch?v=oWd3IClq79A

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …