Meclîsa Sivîl a Tebqayê alîkariya bi koçberan re didomîne

TEBQA – Meclîsa Sivîl a Tebqayê 200 kîs Ard û madeyên xwarinê li Koçberên ji gundên Meskene hatine, belav kir.

Buroya Karê Rêxistinî ya Meclîsa Sivîl ya Tebqayê alîkariya bi koçberan re didomîne. Buroyê  200 turên ard ku her turek 15 kîlomgiram e, li Koçberên herêmên Dibsî Ferec û Dibsî Ifnan ên girêdayî bajarokê Meskene ku niha  li Şalîhat Ayid hatine bicihkirin, belav kir.REQQA-TEBQA-BELAVKIRNA-ELIKRIYE

DI heman demê de buroyê 200 parên xwarinê li ser zarokên ku temenê wan kêmî 2 salan belav kir.

Rêveberê buroya karê rêxisitnan Merwan Xuce  da zanîn ku Meclîsa Sivîl a Tebqayê  alîkarî li koçberan belav kiriye û destnîşan kirin ku dê alîkariya xwe ya bi koçberan re bidomînin.ʺ

Meclîsa Sivîl a Tebqayê beriya hefteyekê  2 hezar û 200 parên xwarinê li koçberan belav kir.

Di demên dawî de pêla koçbera ji herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞʹê û di bin destê rêjîmê de ya ber bi Tebqayê zêde bûye. Koçber ji herêmên cuda yên Sûriyê hatine, li gorî hejmara buroya karê Rêxistinî ya Melcîsa Sivîl a Tebqayê hejmara koçberên Tebqayê gihiştiye 55 hezara kesî.

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …