Malbatên Tirkmen li şûna efrîniyan têne bicihkirin

Artêşa Tirk a dagirker siyasetên guhertina demografîk li kantona Efrînê didomîne. Bi sedan malbatên Tirkmen li gund û navçeyên kantonê bi cih dike.

 EFRÎN

Roj bi roj binpêkirin û siyasetên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlên Efrînê zêde  dibin.

Di çarçoveya guhertina demografyaya herêmê û piştî niştecihên resen ên Efrînê neçarî koçberiyê bûn. Artêşa Tirk a dagirker beşeke mezin ji koçberên Tirkmen ku li gorî serjimariya destpêkê ku nêzî 748 malbatên koçberan li navçe û gundên cuda yên Efrînê bi cih kirine.

Li gorî çavkaniyan ku rêjeya mezin li navçeya Bilbilê ye ku 300 malbat in, 235 malbat li gundê Bîbaka, 120 malbat li gundê Kutana, 60 malbat li gundê Qestel Miqdad, 50 malbat li gundê Xilîlaka, 30 malbat li gundê Berkaşê, li Qîrata 30 malbat, li gundê Mehmûd Tewîl 7 malbat, li gundê Qotan 6 malbat her wiha 5 malbat li gundê Qurnê hatine bicihkirin.

Artêşa Tirk a dagirker malbatên koçberan li Efrînê û gundewarên wê bi cih dike û bi vê yekê hewl dide demografyaya herêmê biguhere û navên gundan dike tirkî.

Komên çete jî xutbeyan hazir dikin û ji meleyên mizgeftan re bi rê dikin û li ser wan neçar dikin ku li gorî xutbeyên çeteyan tev bigerin.

Di vê çarçoveyê de artêşa Tirk a dagirker meleyê mizgefta gundê Tirmîşa yê girêdayî navçeya Şiyê Mihemed Mustefa (69) û welatiyê bi navê Şaban Elî Hesen (30) revandin. Li gorî agahiyan her du kesên hatine revandin, beriya niha bi çend rojan girtina ciwanan li gund red kirin, lewre ew hatin revandin.

Ji aliyekî din ve jî artêşa Tirk a dagirker beriya çend rojan gorên Goristana Şêx Hemîd a li gundê Qestel Cindo yê Êzidiyan a girêdayî navçeya Şera xira kirin û darên li pêşiya goristana êzidiyan ku temenê wan zêdetirî 100 salî ye, birîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku gelek goristanên dîrokî ji wan ên kurdên êzidî ji aliyê dagirkeran ve hatin rûxandin.

Her wiha revandin, kuştin û tevlihevî li hemû gund û navçeyên kantonê didome.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …