Di çaçroveya pêşketinên dawîn ên Bagera Cizîrê de ajansa me bi berdevka Hemleya Bagera Cizîrê re Lîlwa El-Ebdullah re hevdîtinek çêkir.

Lîlwa El-Ebdullah got ku hemle bi hemû hêza xwe li herêmê didome.

El- Ebdullah destnîşan kir ku şervanên QSD`ê piştî ku ji n ûve dest bi hemleyê kir, gelek navendên stratejîk  û bajarokê El-Deşîşa ku navenda sereke ya çeteyan a li ser sînorê di navbera Sûriye û Iraqê de bû, rizgar kirin.

Di berdewama axaftina xwe de El-Ebdullah got ku rizgarkirina bajarokê El-Deşîşa tê wateya ku hemû gundewarên başûr û başûrê rojhilatê bajarê Hesekê ji çeteyan hatiye rizgarkirin. Her wiha ku rêya girêdana di navbera çeteyên DAIŞ`ê ya li Sûriye û Iraqê de bi temamî hate qutkirin.

Di çarçoveya hevkariya di navbera artêşa Iraqê û şervanên QSD`ê de Lîlwa El-Ebdullah destnîşan kir ku hevkariya wan didome heta ku hemû herêm bi temamî ji çeteyên DAIŞ`ê were rizgarkirin û ewlehiya li ser sînorê Sûriye-Iraqê were peydakirin.

Lîlwa El-Ebdullah diyar kir ku hêzên rêjîmê gelek caran êrîşî nuqteyên ku ji çeteyan hatin rizgarkirin kir da ku pêşketinên şervanan asteng bikin lê ew yek bi bin ket. El-Ebdullah di berdewama axaftina xwe de got ku şervanên QSD`ê bi sedan sivîl ji herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de rizgar kirin û piştî ku herêm ji mayinan were paqijkirin, wê sivîlan li malên wan vegerînin.

YPJ bi awayekî aktîf beşdarî hemleyê bû

Lîlwa El-Ebdullah got ku şervanên YPJ`ê roleke pir xurt di hemleya Bagera Cizîrê de lîst û bi sedan jinên ereb ji zilm û zora çeteyan rizgar kirin û ev tişt bi lêv kir: “Di nava çend salên şoreşê de şervanên YPJ`ê tekez kir ku ew hêza tekane ne û bi sedan jin rizgar kirin. Ev yek di Bagera Cizîrê de derket û bi sedan jin hatin rizgarkirin. Her wiha gelek jin piştî ku ji çeteyan hatin rizgarkirin tev li nava YPJ`ê bûn.”