Lîlwa El-Ebdela: Bagera Cizîrê bi awayekî demkî rawestiyaye

HESEKÊ- Berdevka Fermî ya Hemleya Bagera Cizîrê Lîlwa El-Ebdela diyar kir ku hemelya wan a li gundewarên Dêrazorê ya li dijî komên çete yên DAIŞ’ê bi awayekî demkî hatiye rawestandin û wiha got: “Sedema rawestandina Bagera Cizîrê jî kişandina hêzên me ya ji rojhilatê Firatî da ku em bersiva êrîşên Artêşa Tirk bidin. Tirkiyê bi êrîşên xwe yên li ser Efrînê dixwaze temenê DAIŞ li herêmê dirêj bike.”

Berdevka Fermî ya Bagera Cizîrê Lîlwa El-Ebdelah têkildarî geşedanên dawî yên hemleya Bagera Cizîrê  axivî û wiha got hemleya Bagera Cizîrê ku di 9’ê îlonê de ji bo rizgarkirina gundewarên rojhilatê Çemê Firatê û Başûrê Hesekê hate destpêkirin, niha bi awayekî demkî hate rawestandin.

‘ Êrîşa li ser Efrînê bandorek neynî li Bagera Cizîrê kiriye’

Berdevka Bagera Cizîrê Lîlwa El-Ebdela di berdewama axaftina xwe de jî wiha got: “Di xetên pêş ên di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de niha şer hema bêje rawestiyaye. Ev ji ber êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê wiha bû. Ji ber vekişîna hêzên me ji rojhilatê Firatî û beşdarbûna wan di Berxwedana Serdemê de sedemek girîng a rawestandina Bagera Cizîrê bû. çete hîn jî di herêmeke biçûk a rojhilatê Firatê de hatine çemberkirin. Çete her di navber dem û demê de êrîşî noqteyên hêzên me yên QSD’ê dikin. Hêzên me bersiva êrîşên li ser herêmên hatine rizgarkirin, pêk tên didin.”

Lîlwa her wiha da zanîn ku êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê xizmeta çeteyên DAIŞ’ê kir û wiha got: “Ji xwe armanca Armanca Artêşa Tirk bi van êrîşan dirêjkirina temenê çeteyan a li Sûriyê ye. DAIŞ ev rewş qezenc kirye, ji ber wê carcaran êrîşî noqteyên şervanên me dikin. Hêzên me jî ji bo parstina sivîlan bi giranî tevdiger in.”

Li ser hin îdayên ku dibêjin ku QSD’ê heqil Umer radestî hêzên rêjîmê û Rûsiya bike jî Berdevka Fermî ya QSD   Lîlwa El-Ebdela wiha got: “herêmên ku bi saya berxwedan û fedekariya şehîdên me hatiye rizgarkirin, em ê bi tu awayî dest jê bernedin û ji tu kesî re nehêl in.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …