Pêngava Bagera Cizîrê ku di çarçevê paqijkirina sînorê Sûriyê û Iraqê û gundewarên Hesekê ji çeteyên DAIŞ`ê destpê kiribû didome. Lîlwa Abdullah nî ziman ku pêngav didome û hedefa wan a yekemîn rizgarkirina şêniyên herêmê ye.

Lîlwa Abdullah di destpêka gotinên xwe de têkildarî pêngavê agahî dan û got:˝ Pêngav ji du baskan dest pê kiriye. Baskê rojhilat û baskê rojava. Heyanî niha hêzên me yên baskê rojhilat 9 km bi pêşve çûne û baskê me yê rojava jî 13 km bi pêşve çûne. Heyanî niha gundê Til Hemîdî, Sefyan, Mezar Xebrî, Hicle, Şemas, Murcan, Ewdad û Um Mehfûr hatine rizgarkirin˝.

Her wiha Lîlwa Abdullah anî ziman ku li herêmê di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê şer dijwar qewimî ye û wiha berdewam kir:˝ Di şer de çeteyên DAIŞ`ê li hemberî hêzên me çekên navîn û giran dide bikaranîn û heyanî niha hejmareke mezin ji çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin û gelek dîl ketine destê me, 5 tunelên wan hatine dîtin. ˝

Têkildarî rizgarkirina sivîlan jî Lîlwa Abdullah wiha got:˝ Hêzên me yê taybet ên girêdayî QSD`ê ji bo rizgarkirina şêniyên herêmê riyên taybet vekirin. Di wan riyên taybet de hejmareke mezin ji sivîlên herêmê ku çeteyan ew weke mertalên zindî didan bikaranîn, hatin rizgarkirin˝.

Lîlwa di berdewamiya gotinên xwe de got:˝ Çeteyên DAIŞ`ê bi hemû rê û rêbazan dixwazê li pêşiya pêngavê bibe asteng, destûr nade gundiyan ku ji gundên xwe derbikevin, erebeyên bombebarkirî li hemberî hêzên me didin bikaranîn, li gundan jî mayînên lêzer ên zû diteqin datînin û dixwazin li pêşiya pêngavê û rizgarkirina şêniyên herêmê bibin asteng˝.

Lîlwa Abdullah di dawiya gotinên xwe de anî ziman li hemberî mayînên lêzer ên çeteyên DAIŞ`ê gurûpên rakirina mayînan derketine û jiyana sivîlan diparêzin.