Li Zeviya El- Umer şer giran e

DÊRAZOR- Çeteyên DAIS‘ê ji saetên sibehê ve êrîşî şervanên QSD yê li Zeviya El Umer dikin, û ji şervanên QSD derbeyên giran dixwin.

Nûçegihanên me yên ku Pêngava Bagera Cizîrê dişopînin ragihandin Çeteyên DAIS‘ê ji sibehê ve êrîşî Zeviyê herî mezintir yê Petrolê yê El- Umer dikin. Şervanên QSD jî bersiva êrîşan dan û êrîş şikandin. Li El Umer di şer û pêvçûnê ku heye niha didome de 7 çete hat kuştin u 2 erebeyên doçka yên DAIS hat ruxandin.

Hejayê gotinê ku Zeviyê El Umer 22 Cotmehê 2017 bi operasyonên taybet yê şervanên Pengava Bagera Cizîre hatibû rizgarkirin.

Ji aliyê din ve jî şer û pêvçûnên ku gundê El Namliyah hîna jî berdewam dike. Gundê El Namliyah ku dikeve 45 km bakurê rojhilatê Dêrazorê duh sihare ji aliyê şervanên QSD‘ê ve hatibû rizgarkirin û çeteyên duh piştî nivro vê êrişî vê gund dikin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …