TEBQA – Dewreya perwerdeyê HAT ku bi navê ʺTolhildana şehîdan HATʹêʺ 4 mehan dom kir.

Şahiyea bidawîbûna dewreyê bi deqeyek rêz dest pê kir. Piştre Fermandarê HATʹê li Reqayê Iskender Îsa axivî û hêzên HATʹê wekî hêzên herî xurt û xwedî tecrûbe ku dikare parastina welatê xwe bike, bi nav kir.

Hevserokê Komîteya Hundirîn a Tebqayê Mezlûm Umer jî bidawîbûna dewreyê pîroz kir û da zanîn ku wê gelê Bakurê Sûriyeyê hesab ji Erdoganê faşîst bixwazin.

Fermandarê HATʹê li Bakurê Sûriyê Baran Çavreş jî spasiya hemû kesên ku endamên dewreyê perwerde kirin, kir.

Piştre jî endamên dewreyê soza parastin axa welat û şopandina riya şehîdan dan.

Di dawiyê de endamên dewreyê toraneke leşkerî li dar xistin û rêbazên ku di perwerdeyê de fêr bûne, pêşkêş kirin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ