Li Tebqayê tevgera trafîkê tê rêxistinkirin

   BEŞÊ  RAGIHANDINA BUROYA  YPJ Ê -REQQA – Beşa Trafîkê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Tebqayê, dest bi xebata xwe ya rêxistinkirina tevgera trafîkê kirin.

Gav bi gav bajarê Tebqayê yê azad ji hemû milan ve tê rêxistinkirin. Nifûsa bajêr 56 hezare û ji ber qerebalixa di nava bajêr de, beşa Trafîkê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat vekirin.

Beşa Trafîkê ku ji 15 Endaman pêk tê, ji saet 08.00′an heta saet 13.00′an xebata xwe didin meşandin û tevgera trafîkê birêxistin dikin. Piştre navberekê didin û 15.00′an heta saet 19.00′an xebata xwe didomînin.

Endamên Trafîkê di nava bajar de li cihên wekî bazara navendî ku tevgera welatiyan lê zêde ye, bi cih dibin.

 

REQA-TEPQA-HEZEN-TIRAFIKE-DEST-BI-EWLHIYA-NAV-BAJRA-KIRIN1 ‫(140050945)‬ ‫‬REQA-TEPQA-HEZEN-TIRAFIKE-DEST-BI-EWLHIYA-NAV-BAJRA-KIRIN1 ‫(1)‬ ‫‬

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …