Li Tebqayê foca leşkerî hat ragîhandin

TEBQA- Li herêma Tebqayê foca leşkerî ya QSD`ê bi merasîmekê hat ragîhdandin.TEBQA-AVAKIRNA-FOJ (3)

Merasîma îlankirina foca leşkerî ya Tebqayê li gundê Sefsaf hat lidarxistin. Fermandarê QSD`ê, Hevserokên Meclîsa Rêveber û Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê, şêniyên herêmê û endamên saziyên sivîl û leşkerî di merasîmê de amade bûn.

250 şervan ku tevlî focê bûne û mehekê dewreya perwerde ya bîrdozî û leşkerî dîtin.

Di merasîmê de rêzgirtina leşkerî hate lidarxistin. Paşê Fermandarê QSD`ê Ronî Hesen axivî û wiha got: “Ez îlankirina focê pîroz dikin û hêvî dikin ku ji hemû pêkhateyên herêmê tevlî focan bibin û bi hev re herêma xwe biparêzin.ʺ

Hevseroka Komîteya Têkiliyên Giştî Asya El-Xerbî jî got: “Kesên ku welatê xwe, gel û rûmeta xwe diparêzin ew lehengin. Ev xaka ku we rizgarkiriye pêdiviya wê bi lehengên mîna we heye.ʺ

Her wiha Hevseroka Meclîsa bajarê Tebqayê Ramiya El-Ebîd jî axivî û wiha got: “Hûn hêviya me ne û hûne parastina me bikin.ʺ

Rêveberiya Meclîsa Jin a Tebqayê û gundewarên wê Welai El-Nacî jî got: “Em gelekî ku têkçûyîne qebûlnakin. Em dev ji bostekî axa xwe bernadin û amade ne ku di ber xaka xwe de xwînê birjînin û şehîdan bidin.”

Foca yekemîn a Tebqayê bi navê “Şehîd Dilovan Tebqa” hat avakirin. Şervanê QSD`ê Dilovan Tebqa 6 hezîranê li hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê şehîd bû.

Ji fermandarên focê jî Selahedîn El-Nasir di merasîmê de axivî û wiha got: “Erka foca leşkerî ew e ku parastina bajarê Tebqayê bike û em erkê xwe pêkbînin.”

Merasîm bi govendê bi dawî bû.

https://www.youtube.com/watch?v=1ALBX2E5tTA

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …