Li taxa Romaniyê tunela DAIŞ`ê hatin dîtin

REQQA – Şervanên QSD`ê tunela çeteyên DAIŞ`ê li taxa Romaniyê, dîtin.

Li taxa Romaniyê ya aliyê rojava yê bajarê Reqqa, ku di 16`ê Hizêranê de ji çeteyên DAIŞ`ê hatibû rizgarkirin, duh şervanên QSD`ê di encama operasyona paqijkirinê de, tuneleke çeteyên DAIŞ`ê dîtin. Tunel  taxa Romaniyê  bi taxa El-Dirêiyê ya aliyê rojava yê Reqqayê, girê dide.

Li gorî şervanan, çeteyên DAIŞ`ê ev tunel ji bo êrîşên xwe yên li ser taxa Romaniyê ya rizgarkirî bi kar di anîn.

Tunela ku ji aliyê  şervanên QSD `ê ve hatiye dîtin, firehbûna xwe 2 M û dirêjahiya xwe jî dighêje 1 Km.

Her wiha tunela behsa mijarê, gelek şaxên xwe hene û bi gelek avahiyên taxa El-Dirêiyê yên mezin ve girêdayî. Şervanên QSD`ê gotin ku çeteyên DAIŞ`ê ev tunel mayîn kirine û derbaskirina wê ne hêsan e.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …