Li taxa Ferdos ya Reqayê 15 sivîl hatin rizgarkirin

 

REQA – Li taxa Ferdos ya rojavayê bajarê Reqayê şervanên QSD`ê 15`ê sivîlên din  rizgar kirin.

Hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê bi hemû hêza xwe  didome.  Şervanên QSD`ê  rojane welatiyên sivîl ku çeteyan ew di nava Reqayê de wekî mertal bikaranîne,rizgar dikin.

Şervanên QSDʹê li taxa Ferdos a rojavayê bajarê Reqayê piştî şerê ku di navbera çeteyên DAIŞ`ê û şervanan de derket, şervanan 15`e sivîlên ku piraniya wan jin û zarok in rizgar kirin.

Piştî ku sivîl hatin rizgarkirin, şervanan ew birin cihê bi ewle, li vir şervanan av û xwarin dane şervanan.

Şeva derbasbûyî li taxa Tişrîn a bakurê bajar, taxa Rewda û Rimêla yên başûrê bajarê, her wiha li herêma Sewamî ya bakurê bajar şerê giran derket, di encamê de 23`ê çete hatin kuştin û 24 sivîl hatin rizgar kirin. Şervanan gelek çek û cebilxaneyên çeteyan destserkirin.

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …