Li Siwerê şer dijware, erebeyeke bombebarkirî hat rûxandin

DÊRAZORÊ – Li bajaroka Siwerê şerekî dijwar di navbera şervanên QSD′ê û çeteyên DAIŞ′ê de rû dide, erebeyeke bombebarkirî ya çeteyan ji aliyê şervanan ve hat rûxandin.

Pêngava Bagera Cizîrê di roja xwe ya 17′emîn de didome. Îro serê sibehê şervanên QSD′ê derbasî destpêka bajaroka Siwar a dikeve ser sînorê Sûriyê û Iraqê.

Çeteyên DAIŞ′ê ji bo astengkrina pêşveçûna şervanan bi erebeyek bombebarkirî êrîşî noqteyên şervanan kirin. Erebe beriya ku bigihêje armanca xwe ji aliyê şervanan ve hat rûxandin.

Li bajarokê şerekî pir dijwar didome.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …