Li Şêxurzê pişta dagirkeran hate şikandin, gelek kuştin û birîndar hene

EFRÎN – Di operasyona paqijkirina  qada Şêxurzê yê Bilbilê de ku heta niha dewam dike, çeteyekî artêşa Tirk dîl hate girtin û panêzreke artêşa dagirker jî kete destê şervanên YPG`ê.

Li gorî agahiyên ku YPG`ê dane, operasyona paqijkirina qada Şêxurzê ku şervanên YPG û YPJ`ê ev du roj in daye destpêkirin bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Di vê operasyonê de şerên giran rû didin

Li gorî heman çavkaniyan, artêşa dagirker û çeteyên wê derbeyên giran dixwin û gelek kuştî û birîndarên dagirkeran hene, lê deweleta Tirk a dagirker kuştiyên xwe ji raya giştî re vedişêre.

Heman çavkanî tekez kir ku di van du rojan de panzêrek û hejmarek zêde ji çek û cebilxaneya artêşa dagirker ketine destê şervanên YPG`ê. Di heman demê de, panzêrek jî hatiye îmhakirin.

Her wiha YPG`ê da zanîn ku di şer de du çete dîl hatine girtin. Lê çeteyekî ku dîl hatibu girtin di encama topbarana artêşa dewleta dagirker de hatiye kuştin.

Operasyona paqijkirina herêmê bi hemû hêza xwe dewam dike.

Ji aliyekî din ve jî navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê daxuyaniyek derbarê heman mijarê da û agahiyên ku YPG`ê dane piştrast kir.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …