Home / Nûçe / Li  Şera tangek û erebeyeke leşkerî hatin rûxandin, 20 êrîşkar hatin kuştin

Li  Şera tangek û erebeyeke leşkerî hatin rûxandin, 20 êrîşkar hatin kuştin

EFRÎN – Li gundên Marasakê û Qitmê yên navçeya Şera, şeva din şervanên YPG/YPJ`ê derbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xistin.

Di encamê de, tangek û erebeyeke leşkerî ya dagirker hate rûxandin. Her wiha herî kêm 20 leşker û çete jî hatin kuştin.

Ji aliyekî din ve jî, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker navenda herêma Cindirêsê bombebaran dike.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

Check Also

Di Pişt Sînor De Ava Jiyanê Veşartîbû

Bîranîna şehîd Zîn Kobanê Di nava rojê giştî de ez li benda kêliyeke bêdeng û …