Li  Şera tangek û erebeyeke leşkerî hatin rûxandin, 12 êrîşkar hatin kuştin

EFRÎN – Li gundên Marasakê û Qitmê yên navçeya Şera, şeva din şervanên YPG/YPJ`ê derbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xistin.

Di encamê de, tangek û erebeyeke leşkerî ya dagirker hate rûxandin. Her wiha 12 leşker û çete jî hatin kuştin.

Ji aliyekî din ve jî, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker navenda herêma Cindirêsê bombebaran dike.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …