Li Şera, Cindirêsê û Bilbilê 3 çete hatin kuştin

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Di çarçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên me li navçeyên Cindirêsê, Şera û Bilbilê li hember artêşa Tirk a dagirker û komên çete çalakiyên bi bandor pêk anîn.

 

Di roja 26’ê Îlonê de yekîneyek me li gundê Mêremîn a ser bi navçeya Şera li hemberî koma Cebhet el-Şamiye çalakiyek kemînê pêk anîn.

Di encama çalakiyê de çeteyê bi navê Mihemed Bikûr hat kuştin.

 

Di heman rojê de yekîneyek me li gundê Dîwa ya ser bi navçeya Cindirêsê li hember çeteyên koma Ehrar el-Şam çalakiyek pêk anîn.

Di encama çalakiyê de çeteyê bi navê Ebû Morî hat kuştin.

 

Di çalakiya sêyemîn a ku heman rojê hat li dar xistin de yekîneyek me li navçeya Bilbilê komên çete hedef girtin.

Di encama çalakiyê de çeteyê bi navê Mihemed Reşîd Ezazî, ku weke werger di navbera komên çete û artêşa Tirk a dagirker de kar dikir, hat kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG

28 Îlon 2018

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …