Li sê noqteyan şerên giran rû didin 

EFRÎN – Şerên giran di van kêliyan de li girê Cenkê, gundên Baxçe û Erendê şerên giran rû didin.

Berxwedana Serdemê di roja 41`emîn de didome. Topbaran û êrîşên çekên giran ên artêşa Tirk a dagirker li ser tevahî kantona Efrînê didome.

Li girê Cenkê yê girêdayî navçeya Raco di navbera şervanên YPG/YPJ û artêşa Tirk a dagirker, çeteyên wê de şerên giran diqewimin.

Her wiha li gundê Baxçe yê navçeya Bilbilê û li gundê Erendê yê navçeya Şiyê jî şerên giran rû didin.

Her wiha balafirên şer vê sibê bajaroka Bedîna yê girêdayî navçeya Mabeta bombebaran kir.

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …