Li Reqayê şerên giran dewam dikin, 23 çete hatin kuştin

REQA – Di şerên giran ku niha li navenda bajar û rojhilatê Reqayê dewam dike de, heta niha 23 çeteyên DAIŞ`ê hatin  kuştin û erebeyeke bombebarkirî hate rûxandin.

Li navenda bajarê Reqayê  şerên giran ku di saetên sibehê de destpê kiribû, ta vê kêliyê dewam dike. Çeteyên DAIŞ`ê ku cilên sivîlan li xwe kiribûn êrîşe noqteyên şervanên QSD`ê yên li gundê Reqa Semra a 3`yê Km li rojhilatê Reqayê, kirin. Li vir erebeyeke bombebarkirî ya çeteyan hate rûxandin.

Bi giştî di encama şerê ku heta niha li navend û rojhilatê Reqayê dewam dike, heta niha 23 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û cenazeyên sê ji wan kete destê şervanan.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …