Li Reqayê şer didome, şervanan 14 sivîl rizgar kirin

REQA – Di navenda bajarê Reqayê de şer didome. Tîmên taybet ên QSDʹê li taxa Nehda ya rojavayê bajar 14  welatiyên sivîl rizgar kirin.

Li navenda Bajarê Reqayê şerê di navbera şervanên QSDʹê û çeteyên DAIŞʹê de didome. Şer li derdora Nexweşxaneya Wetenî, Parka El-Reşîd û Çerxeriya El-Neîm ên navenda bajar de şer didome.

Di heman demê de şervan herêmên ku têne rizgarkirin ji mayînên çeteyan paqij dikin. Tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan li taxa Nehda 14 sivîlên ku çeteyên DAIŞʹê wekî mertalên zindî bikar tanîn rizgar kirin.  Şervanan sivîl birin herêmên bi ewle.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …