Li Reqayê noqteyên stratejîk hatin rizgarkirin,53 çete hatin kuştin

REQA – Ji dun nîvro de şer li 5 taxên Reqayê dewam dike, 53 çete hatin kuştin, hin noqteyên stratejîk ji çeteyan hatin rizgarkirin û pêşketina şervanan di wan taxan de didome.

Hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê di roja 74`an de bi hemû hêza xwe dewam dike. Di vê çarçoveyê de ji duh di saetên nîvro de û heta niha li taxa Mansûr a rojhilatî bajêr şer diqewime, şervanên QSD`ê pêş dikevin û heta niha li vir 12 çete hatine kuştin.

Di heman demê de li taxa Reşîd şerekî giran rû da, di şerê li vir de jî herî kêm 19 çete hatin kuştin. Şervanan li vir erebeyek bombebarkirî beriya beriya ku bighêje hedefa xwe teqandin.

Dîsa li taxa Rewda ya rojhilatî bajarê Reqayê jî şerekî şerekî demkurt derket. Li vir jî yek jê segvan bi giştî 2 çete hatinkuştin.

Li taxa Berîd a bakurî bajar jî şer derket,di encamê de 7 çete hatin kuştin.

Li taxa Deriyê ya rojavayî bajar jî şerekî giran rû da li vir jî 13 çete hatin kuştin û gelek cihên stratejîk hatin rizgarkirin.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …