Li Reqayê 90 sivîlên din hatin rizgarkirin

REQA- Li taxên navenda bajar ên Reqayê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer giran rû didin. Şervanan 90 sivîlên din rizgar kirin.

Pêşveçûna şervanên QSD’ê ya di navenda bajarê Reqayê de bê navber berdewam dike. Ji şevê din û heta vê sibê li taxên Nehda û Berîd di navbera şervanan û çeteyan de şerên dijwar rû didin. Şervan di van taxan de pêşve diçin. Şervanan li van taxan pirraniya wan jin û zarok 90 sivîlên din rizgar kirin.

Şervanan dest danîn ser miqdarek çek û cebilxaneyên çeteyan ku di nava wan de çekên doçka, guleyên fûzayan û keleş jî hene. Li van taxan gelek mayînên ku çeteyan danîbûn hatin rakirin û hatin bê bandorkirin. Di encama şerê de 2 şervan birîndar bûn.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …