????????????????????????????????????

Li Qamişlo, Tirbespiyê û Şehbayê 6 şehîd hatin oxirkirin

 Şêniyên bajarê Tirbespiyê, Qamişlo û herêmên Şahbayê cenazeyên 6 cangoriyên azadiyê oxir kirin.

TIRBESPIYÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Tirbespiyê cenazeyên şervanên YPG′ê Newroz Elî Hesen (Berxwedan Tirbespiyê) û Edulmecîd Teqtûq (Şervan Qamişlo) ên di hemleya rizgarkirina Reqqayê de şehîd bûne, li goristana Şehîd Dilşêr oxir kirin.

Di merasîma oxirkirinê de Hevserokê Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê Kenan Berekat axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û da zanîn ku bi saya fedekariya şervanên azadiyê destkeftiyên gelên herêmê hatin parastin. Kenan bang li gelê herêmê kir ku li hember dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, rawestin.

Bi navê malbata şehîd Berxwedan Tirbespiyê, apê wî Mihemed Salih û bi navê malbata şehîd Şervan Qamişlo, birayê wî Fayiz Ebdulmecîd axivîn û dane zanîn ku ew bi şehadeta zarokên xwe serbilindin û soza şopandina riya wan da.

Di dawiyê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan li goristanê hatin definkirin.

QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo jî cenazeyên 3 şervanên YPG′ê  Hozan Çeto (Çekdar Qamişlo), Mahir Ferhan (Egîd Qamişlo) û Silêman Hetîmî (Samî Selaya) ku di hemleya rizgarkirina Reqqayê de şehîd bûye, li goristana Şehîd Delîl Sarûxan oxir kirin.

Merasîma oxirkirinê bi rêzgirtina leşkerî dest pê kir. Piştre Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Îsam Ibrahîm û Fermandarê YPG′ Amed Qamişlo axivîn, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza şopandina riya wan dan.

Di dawiyê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan li goristanê hatin definkirin.

ŞAHBA

Bi sedan welatiyên herêma Şahbayê cenazeyê Şervanê Hêzên Şehbayê yê di bin banê Hêzên Şoreşger de ye, li goristana Şehîdan li gundê Ehres li herêmên Şahbayê oxirkirin.

Şeva derbasbûyî bi sedan welatiyên herêma Şahabyê li pêşiya nexweşxaneya Avarîn a Kantona Efrînê kom bûn ji bo Cenazeyê Şehîd Ebdilkerîm Wilo (Baran) ê di 6 Tîrmehê de dema ku bi erka xwe ya Leşkerî pêk tanî, jiyana xwe ji dest, oxir bikin.

Piştî ku welatiyan Cenazeyê Baran wergirtin bi karwanekî tirmbilan ber bi gundê Ehres ve ketin rê. Dema gihiştina gund, merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê û rêzgirtin leşkerî ji aliyê Eniya EL-Ekrad û Tûgayên Herêmî destpê kir, paşê Endamê Fermandariya Hêzên Şoreşger Mihemed ELî, Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan li herêmên Şahbayê Emne Xidro, Hevseroka Meclîsa Rêveber li herêmên Şahbayê Cîhan Xidro axivî û sersaxî ji malbata Şehîd re xwestin.

Axeftvanan bang li welatiyan kir ku li dijî êrîşên Artêşa Tirkiyê a dagirker hevgirtina xwe ava bikin û dane zanîn ku welatiyên Efrînê hemû amadene ku parastina xaka xwe bikin.

Di axaftinan de soz hate dayîn ku riya şehîdan were şopandin û heta avakirina Sûriya Fedraliya Demokratîk a pir rengî ji hemû gelê Sûriyê pêk were tekoşîn bi hemû hêza xwe were domandin.

Nasnameyên Şehîdan hatin xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazyên Şehîd bi  dirûşmeya Şehîd Namirin spartin axê.

 

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …