REQA – Li taxa Qadisiyê ya bajarê Reqayê miqdarek çek û cebilxaneyên çeteyan, ketin destê şervanên QSD′ê.
Şervanên QSD′ê xebatên paqijkirina taxên rizgarkirî yên rojavayê Reqayê, ji bermahiyên çeteyên DAIŞ′ê didomînin. Di encamê de li depoyeke çeteyan a li taxa Qadisiyê miqdarek cebilxane ″Hawan, topavêjên Ubos, Katûşa û hwd″ ket destê şervanan.
Şervanên QSD′ê taxa Qadisiyê di 25′ê meha Hezîranê de rizgar kirin.
BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTÎ YA YPJ Ê