Li navenda Reqayê şer girane: 14 çete hatin kuştin

REQA – Di navenda bajarê Reqayê de di navbera şervanên QSDʹê û çeteyên DAIŞʹê de şerên giran rû didin. 14 çete hatin kuştin.

Hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê di roja xwe ya 111ʹan de bi hemû hêza xwe didome û şervanên QSDʹê derbeyên giran li çeteyan dixin û pêş ve diçin. Di taxên El-Emîn, Hena, Çerxeriya Neyîm û Çerxeriya Dele yên navenda bajarê Reqayê de di navbera şervanên QSDʹê û çeteyên DAIŞʹê de şerên giran rû didin.

Di heman demê de li taxa Nehda ya rojavayê navenda bajarê Reqayê jî şervanên QSDʹê pêşveçûna xwe ya ber bi mizgefta El-Îmam El-Nûrî ve didomînin. Li taxa Endelus a bakurê bajar jî di nava şervanan û çeteyan de şer rû da.

Di şerê ku hîn li tax û deverên navborî didome de 14 çete hatin kuştin. Her wiha 400 guleyên ARG ketin destê şervanan.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …