Li navenda Reqayê şer dijwar e, 14 çete hatin kuştin

 REQA – Li navenda bajarê Reqayê şerekî dijwar rû dide û di encamê de 14 çete hatin kuştin, 2 wesayîtên bombebarkirî hatin rûxandin.

Li navenda bajarê Reqayê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer bi dijwarî berdewam dike. Piştî nîvro û şûnde li taxên Nehda, Kurdan û çerxerêya Neîm şer giran bû û çeteyan derbeyên giran ji destê şervanan xwarin. Çeteyên ku di van taxan de tengav bûne û dor li wan hatiye girtin, bi wesayîtên bombebarkirî êrîş dikin. Li taxa Kurdan şervanan du wesayîtên bombebarkirî yên çeteyan ku xwestin êrîş bikin rûxandin.

Şerê li  van taxan yên ji saetên piştî nîvro heya niha dewam dike. Di encamê de 14 çete hatin kuştin û miqdareke mezin çek û cebilxaneyên wan jî ketin destê şervanan.

Di şer de piştî berxwedaneke mezin 5 şervanên QSD’ê şehîd bûn.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …