Li navenda Reqayê şer didome, 11 çete hatin kuştin

 REQA – Di şer û pêvçûnên li taxên navenda Reqayê de 11 çete hatin kuştin, pêşveçûna şervanên QSD’ê didome.

Şer û pêvçûnên li taxên navenda Reqayê yên di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de berdewam dike. Li taxên Nehda, Kurdan, Firdews û li derdora nexweşxaneya Wetenî ya li taxa Seken di navbera şervanan û çeteyan de şerên giran rû didin. Li ber nexweşxaneyê jî şervanan wesayîteke çeteyan rûxandin.

Şervanan li taxa Nehda 4 noqte ji destên çeteyan rizgar kirin. Di van şer û pêvçûnan de 11 çete hatin kuştin. Her wiha 3 şervan jî şehîd bûn.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …