Li navenda Reqayê cenga giran, gelek çete hatin kuştin

 

REQA – Şerên dijwar ku duh li derdora Nexwexşaneya Wetenî û Baxçeyê El-Reşîd ên navenda Reqayê rû dabûn, ta vê kêliyê bi hemû diwariya xwe dewam dike. Her wiha li navenda Reqayê 33 çete hatin kuştin.

Cenga Mezin a Rizgarkirina Reqayê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Şervanên QSD`ê ku derbeyên giran li çeteyên DAIŞ`ê xistin, derbasî navenda bajarê Reqayê bûne û şerên giran rû didin.

Di vê çarçoveyê de, şerên giran  ku duh li derdora Nexweşxaneya Netewî û Baxçeyî El-Reşîd ên ku dikevin taxa El-Emîn a navenda bajarê Reqayê rû dabûn, ta vê kêliyê dewam dike. Her wiha li heman taxê maşîneyeke bombebarkirî  ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate rûxandin û du çalakiyên xwekujî jî ji aliyê  şervanan ve hatin valaderxistin û çeteyên êrîşkar hatin kuştin.

Bi giştî di encama şerên giran ku heta niha li taxa El-Emîn de rû didin 33 çete hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ku QSD`ê dane, di şerên giran ji duh heta niha rû didin de, 5 şervanên wan berxwedaneke bêhempa nîşan dane û gihîştine asta şehadetê.

Şerên giran li derdora Nexweşxaneya Wetenî û Baxçeyê El-Reşîd bi hemû dijwariya xwe didomin.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …