Li navçeya Şiyê û Şera 3 çete hatin kuştin

 

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Di çarçoveya qonaxa dعyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên me li navçeyên Şiyê û Şera du çalakiyên cûda li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker li darxistin.

 

1. 10’ê Cotmehê li ser riya di navbera gundê Senarê û navçeya Şiyê yekîneyêk me li dijî çeteyekê Lîwa el-Weqas çalakiyekî sekvanî pêk anîn. Di encama çalakiyê de çeteyê bi navê Hemûd el Cuma hat kuştin.

 

2. 11’ê Cotmehê li gundê Qeretepe ya girêdayî navçeya Şera yekîneyek me li dijî çeteyên koma Sultan Murad çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG

12’ê  Cotmehê  2018’an

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …