Li navçeya Şêrewa ya Efrînê 5 çeteyên Feylaq el-Şam hatin kuştin

 

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên me çalakiyên xwe li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê didomînin.

30’ê Cotmehê li ser riya gundên Xezewiyê û Beyê yên girêdayî navçeya Şêrawa yekîneyek me li dijî seyareyeke leşkerî ya girêdayî çeteyên koma Feylaq el-Şam çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encama çalakiyê de 5 çete hatin kuştin û seyare hat rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê

2’ê Mijdarê 2018’an

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …