Li navçeya Şera şer giran e

EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê bi balafiran navenda navçeya Cindirêsê bombebaran dikin. Dagirker bi çekên giran navçeya Şera topbaran dikin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Efrînê di roja 46’emîn de berdewam dikin. Îro danê sibê balafirên şer navenda navçeya Cindirêsê bombebaran kirin. Her wiha topbaran û êrîşên bi çekên giran li dijî gelek deveran didome.

Li gundê Sînka yê girêdayî navçeya Şera jî şer û pevçûn di navbera şervanan û dagirkeran de heya van kêliyan giran e.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …