Ji çapemenî û raya giştî re!
Di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên me çalakiyên xwe yên bi bandor li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê didomînin. Di vê çarçoveyê de;
27’ê Cotmehê li navçeya Raco yê Efrînê, yekîneyek me li dijî bargeheke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li darxistin. Di çalakiyê de di navbera şervanên me û leşkerên Tirk de şerekî demkî rû da û di encamê de 2 leşker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê
29’ê Cotmehê 2018’an