Li navçeya Bilbilê ya Efrînê 2 çeteyên dagirker hatin kuştin

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê de hêzên me li gundê Qestelê Xidriya ya girêdayî navçeya Bilbilê çalakiyek dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker li darxistin. Di derbarê çalakiyê de;

 

Di dîroka 18’ê Cotmehê li gundê Qestelê Xidriya ya girêdayî navçeya Bilbilê yekîneyek me çalakiyek li dijî bargeha çeteyên Ehrar el Şerqiyê lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin. Navên çeteyên hatine kuştin Silêman el Mihemed û Mihemed Mehran e.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê

21’ê  Cotmehê 2018’an

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …