Li Minbicê û Dêrikê 4 têkoşer hatin oxirkirin

DÊRIK/MINBIC – Li Minbicê û Dêrikê 4 cangoriyên azadiyê yên ku di operasyona rizgarkirina Reqqayê de şehîd bûne, hatin oxirkirin.

Dêrik

Bi hezaran şêniyên Dêrikê û Girkê Legê cenazeyê şervanên YPG′ê Edhem Yûsif, Roman Dilman (Agir Urmiye) û Endamê Hêzên Asayîşê Yasir Biro ku di operasyona rizgarkirina Reqqayê de şehîd bûne, ji nexweşxaneya Dêrikê wergirtin û ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.

Di merasîma oxirkirinê de Hevserokatiya Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federal a Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif û Mensûr Selûm, nûnerên Rêveberiya Xweser, Deste, partiyên siyasî û Saziyên Civaka Sivîl, amade bûn.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî dest pê kir. piştre Hevserokê Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê Kenan Berekat, Hevserokatiya Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federal Hediye Yûsif (meta şehîd Edhem) û Mensûr Selûm, axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwestin û diyar kirin ku wan ji bo rizgarkirina welatiyên sivîl ji zulma çeteyên DAIŞ′ê canê xwe feda kirin. her wiha dane zanîn ku ew ê tola şehîdan hildin, neteweya demokratîk û Federaliyê ava bikin.

Her wiha destnîşan kirin ku hemû dayîk, dayîkên şehîdanin û gotin ku  ew ê bi hevgirtina xwe bi ser bikevin.

Di dawiyê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenaeyên wan li goristanê hatin veşartin.

MINBIC

Şêniyên bajarê Minbicê cenazeyê Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mirî Hesen Xelef ku 18′ê Hezîranê di operasyona rizgarkirina Reqqayê de şehîd bûye, ji nexwşxaneya Firatê ya bajêr wergirtin û ber bi goristana Şehîdên Minbicê ve, ketin tê.

Di merasîma oxirkirinê de Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced, Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Farûq El-Maşî û cîgirê wî Qasim Remo û Endamên saziyên sivîl, amade bûn.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre bi navê Saziya Malbatên Şehîdan Xelef Ibrahîm, Berdevê Fermî yê Mecîlsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş, Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Farûq El-Maşî axivîn, sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û bal kişandin ser rola şehîdan di parastina axa welat û parastina destkeftiyên şeroşê de.

Di dawiyê de soza şopandina riya cangoriyên azadiyê hat dayîn.

Piştre nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî li goristanê hat veşartin.

 

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …