Li Mihemediyê şer didome, 6 çete hatin kuştin

DÊRAZORÊ – Li gundê Mihemediyê yê girêdayî herêma Cezra şer didome, di encamê de 6 çete hatin kuştin û miqadarek mezin ji çekên wan ketin destê şervanên QSD’ê.

Pêngava Bagera Cizîrê di roja xwe ya 33’an de didome û şervan bi hemû hêza xwe pêşve diçin. Li gundê Mihemediyê yê dikeve herêma Cezra ya girêdayî bajarê Dêrazorê di encama şerê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de (yek jê serçeteyek) 6 çete hatin kuştin û miqadareke mezin ji çekan ketin destê şervanan.

Li gund şer didome û şervan pêşve diçin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …