Li Mergeda depoya cebilxaneyê ket destê şervanan

 

DÊRAZOR– Li herêma Mergede depoyeke cebilxaneya çeteyan ket destê şervanên meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê. Şervan li çar baskan pêş ve diçin. Li Siwer jî erebeye zirxî ya çeteyan ket destê şervanan.

Pêngava Bagera Cizîrê di roja xwe ya 22’an de bi hemû hêza xwe didome, Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê û hêzên din ên QSD’ê li her çar baskên hemleyê pêşveçûna xwe didomînin.

Li herêma Mergeda depoyeke cebilxanê ya çeteyên DAIŞ`ê ket destê  şervanan. Di wê depoyê de 8 fûze, 82 rokêtên hewanên 120, 62 rokêtên hewana 82 û 25 rokêtên hewana 60  hebûn.

Çeteyên DAIŞ`ê şevê din saet di 20:00’an de  êrîşî baskê Siwar, Mergeda, Pîşesazî û Cezret kirin. Şervanan bersiv da êrîşa çeteyan hate şikandin û hemû êrîşên çeteyan têk çûn.

Li baskê Siwer jî şervanan xebatên paqijkirina bajar ji mayîn û bermahiyên çeteyan biu dawî kirin. Li vir erebeyeke zirxî ya çeteyan ket destê şervanan.

Şervan li vir jî pêşveçûna xwe didomînin.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …