Li Hesekê 4 têkoşer hatin oxirkirin

HESEKÊ – Şêniyên Hesekê cenazeyên 4 têkoşerên azadiyê ku canê xwe fedayî axa welat kirine, oxir kirin.HSK-MERASIMA-4-SERVANEN-YPG1 (3)

Şêniyên Kantona Hesekê cenazeyên 4 cangoriyên azadiyê ″Ebduletîf Hemed (Demhat Hesekê), Mihemed Xelef (Dijwar Hesekê), Mihemed Ibrahîm (Dijwar) û Ebdullah Hemûd (Egîd Hesekê) ji Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve ketin rê.

Li goristanê bi dehan welatiyan û şervanên YPG/YPJ′ê û Hêzên Erka Xweparastinê cenaze pêşwazî kirin û merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî dest pê kir.

Piştre Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Nifûsa Zafî Izet axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û da zanîn ku serkeftinên li Rojava bi saya fedekariya şehîdan hatin bidestxistin.

Fermandarê YPG′ê Zekî Kobanê jî anî ziman ku dê rêhevalên şehîdan şopdarên riya wan bin û tola wan hilînin. Zekî wiha got: ″Em ê şopdarên riya şehîdên ku di berxwedana xwe de felsefeya Rêbertiyê esas girtibûn, bin.

Endamê Rêveberiya TEV-DEM′ê Şêxmûs Ehmed jî diyar kir ku bi saya fedekariya têkoşerên azadiyê, dê bajarê Reqayê di demeke nêz de were rizgarkirin.

Kalikê şehîd Dijwar Hesekê, Seyfedîn Nîzam jî destnîşan kir ku ew bi şehadeta neviyê xwe serbilinde ji ku di şerê li dijî çeteyên DAIŞ′ê de şehîd bûye.

Di dawiyê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan li goristanê di nava tîlîliyên dayîkan de hatin veşartin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …