EFRÎN – Ji ber topbarana Artêşa Tirk a dagirker a li ser gundê Derwêş de, sivîlekî din şehîd bû.
Di encama topbarana Artêşa Tirk a dagirker a li ser gundê Derwêş ê navçeya Meydankê de, welatiyê bi navê Rustem Ehmed Cûma (41) şehîd bû.
Bi vê yekê îro ji saetên sibehê de di encama topbarana Artêşa Tirk a dagirker a li ser gund û navçeyên Kantona Efrînê de, du sivîl şehîd bûn, 8 sivîl jî birîndar bûn.