Li Goristan Şehîd Dijwar cangoriyên azadiyê hatin definkirin

HESEKÊ – Bi sedan şeniyên bajarê Hesekê 9 cangoriyên azadiyê yên QSD, Hêzên Erka Xweparastin û Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê ku di Hemleya Rizgarkirina Reqqayê de şehîd bibûn  li Goristana  Şehîd Dijwar a gundê Dawîdiyê oxir kirin.HSK-MERASIM-9-SERVANA (2)

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê li ber Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê kom bûn û cenazeyên şervanên YPG`ê şehîd Xelîl Biro (Cegerxwîn), Xidir EL-Ehmed (Şahîn Hesekê), Îsa Mihemed (Agirî Heleb), Fehed Cewher (Dilşêr Hesekê), Beşar Şêxo (Hot Hesekê), Dêrsim Fethî (Agirî Hesekê) û şervanê  QSD`ê Reed Ezîz Hebûd (Qewetlî) û şervanê Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê Beşar EL-Osman (Nenmir) û şervanê Erka Xweparastinê Mihsin EL-Tînan, wergirtin û bi kerwanekî ku bi dehan erebeyan pêk dihat, berê xwe dan Goristana Şehîd Dijwar.

Piştî ku kerwanê şehîdan gihîşte goristanê, şeniyan cenazeyê 9 cangoriyên azadiyê rakirin ser milan û birin qada goristanê.Li vir merasîm bi toraneke  leşkerî ji aliyê şervanên YPJ/YPG  û Hêzên Erka Xweparastin ve hate destpêkirin. Paşê, Endama Meclîsa  Malbatên Şehîdan Fatma Hesen axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.

Fatma di dawiya axaftina xwe de, îşaret bi planên dewleta Tirk  a dagirker û armancên Erdogan li ser Efrîn û Şehbayê, kir.

Ji aliyê xwe ve, ji Fermandarên YPJ`ê Sariya Dijwar axivî û ji bo parastin û ewlehiya herêmê xwîna hemû pêkhateyên herêmê tevlîhev bû.HSK-MERASIM-9-SERVANA (11)

Sariya soza şopandina riya şehîdan da.

Piştî axaftinan,  ji Rêveberên Meclîsa Malbatên Şehîdan Ilham Bekir, wesîqeta şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

Di dawiya merasîmê de, şervanan  cenazeyên hevreyên xwe di nava siloganên “Şehîd Namirin” de definkirin.

 

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …